Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
yayincilarkooperatifi.com

Tevna Holejînê

Liste Fiyatı : 130,00TL
İndirimli Fiyat : 97,50TL
Kazancınız : 32,50TL
Taksitli fiyat : 12 x 10,38TL
9786054497379
842887
Tevna Holejînê
Tevna Holejînê
97.50

Tevna Holejînê, duyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006), 36 helbestan bi xwe digire, yên ku ji Wargeha Maxmûrê ya li Başûrê Kurdistanê bigirin heta bi Ewrûpayê, li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê li ber dergehê helbestê kêliyeke ji wan kêliyên hewşa warê azadiyê ya Kurdbûnê û mirovahiyê vedibêje.

Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Tevna Holejînê, di sala 1964'an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978'an de derketiye derve, di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004'an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe, ku şayîşa berfirehkirina derbirrana bi Kurdî pê re heye, helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike.

Helbest û helbestnivîsîn girîng e. Lê her wiha girîng e ku ji nava refên şoreşa Kurdistanê de dengên mîna Mahir Bagok û Mahsûm Nisêbînî, çi helbest, çi kurteçîrok, çi roman, çi lêkolîn, çi jî rexne, bi afirandina wêjeyî rabin û bibêjin:

Zindîgor

xweşiya zor tengav

li dan û standinan difûre

û spîkevok mêvandarî

malan dibin

ji guliyên hezkirinê

pelên hişk diwerin

hiş di asoyên lef û dewran de

birr bûye

û deriyê guhan ji ser zîlana zanistiyê ketiye

werin li neçariyê bibin siwal

wê keserên kelecanî

werin bihîstin

windabûn

zindîgoran dikole

jixwehezkirin xapegêr bûye

û bêhna jiyanê

di liva genî de

diçike

Tevna Holejînê ya Mahsûm Nisêbînî tevna ked, kêferat, hezkirin, şoreş û têkoşanê li dar dixe û li kelepora helbesta Kurdî ya xurt zêde dibe!

  • Açıklama
    • Tevna Holejînê, duyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006), 36 helbestan bi xwe digire, yên ku ji Wargeha Maxmûrê ya li Başûrê Kurdistanê bigirin heta bi Ewrûpayê, li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê li ber dergehê helbestê kêliyeke ji wan kêliyên hewşa warê azadiyê ya Kurdbûnê û mirovahiyê vedibêje.

      Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Tevna Holejînê, di sala 1964'an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978'an de derketiye derve, di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004'an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe, ku şayîşa berfirehkirina derbirrana bi Kurdî pê re heye, helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike.

      Helbest û helbestnivîsîn girîng e. Lê her wiha girîng e ku ji nava refên şoreşa Kurdistanê de dengên mîna Mahir Bagok û Mahsûm Nisêbînî, çi helbest, çi kurteçîrok, çi roman, çi lêkolîn, çi jî rexne, bi afirandina wêjeyî rabin û bibêjin:

      Zindîgor

      xweşiya zor tengav

      li dan û standinan difûre

      û spîkevok mêvandarî

      malan dibin

      ji guliyên hezkirinê

      pelên hişk diwerin

      hiş di asoyên lef û dewran de

      birr bûye

      û deriyê guhan ji ser zîlana zanistiyê ketiye

      werin li neçariyê bibin siwal

      wê keserên kelecanî

      werin bihîstin

      windabûn

      zindîgoran dikole

      jixwehezkirin xapegêr bûye

      û bêhna jiyanê

      di liva genî de

      diçike

      Tevna Holejînê ya Mahsûm Nisêbînî tevna ked, kêferat, hezkirin, şoreş û têkoşanê li dar dixe û li kelepora helbesta Kurdî ya xurt zêde dibe!

      Stok Kodu
      :
      9786054497379
      Sayfa Sayısı
      :
      80
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Mart, 2012
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      35,56   
      106,68   
      6
      18,77   
      112,64   
      9
      13,18   
      118,61   
      12
      10,38   
      124,56   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat