Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
yayincilarkooperatifi.com

Teorîyên Folklorê

Liste Fiyatı : 140,00TL
İndirimli Fiyat : 105,00TL
Kazancınız : 35,00TL
Taksitli fiyat : 12 x 11,18TL
9786059295116
843096
Teorîyên Folklorê
Teorîyên Folklorê
105.00

Demeke dirêj li seranserê cîhanê û di nava Kurdan de jî armanca xebatên folklorê, berhevkirina berhemên folklorê bû. Bêguman ev karekî gelekî bi qîmet bû lê îro ligel karê berhevkarîyê, nîqaşeke girîng, fêmkirina berhemên folklorê û karîgerîya wan ya li ser jîyana civakî û takekesî ye. Ji bo gihîştina vê armancê, gelekî girîng e ku lêkolînerên folklorê xwendineke taybet li ser teorîyên folklorê bikin û hay ji rê û rêbazên lêkolînên zanistî hebin. Bêguman, dema ku em li ser teorîyên folklorê hûr bibin divê em ji bîr nekin ku; ligel hevbeşîyeke berbelav, di folklora her gel û herêmê de hin cudahîyên karakterîstîk jî hene. Lewma divê em bizanin ku tu çarçoveyeke giştî ya teorîk li çanda herêmeke taybet ji sedî sed nikare bê tetbîqkirin. Hingê tesbîtkirina van xalên ku di navbera teorî û çanda spesîfîk de jêknegirîyê pêk tînin; hem xizmeta pêşxistina teorîyê dike û hem jî rê vedike ku naskirineke kûr ber bi wê çanda spesîfîk ve pêk were.

Naskirina çand û folklorê, bi xwe re naskirina takekes û civakê tîne. Lewre di vê keveneşopê de em, kodên hişmendîya civakî-takekesî, derûnîya civakî-takekesî û sîstema ku civak li serê rûniştiye dibînin. Divê em, wekî folklornasên nûjen bi hesasîyet xetekê di navbera naskirina folklorê û înşakirina folklorê de deynin. Lewre folklorzanên Kurd ne mecbur in ku folklora xwe bi fikreke refleksî ya li hemberî netew, bawerî an jî îdeolojîyên din ava bikin. Hewldanên bi vî rengî ku di sedsalên XIX-XX'an de li seranserê cîhanê berbelav bûn, ji folklorê bêtir xizmet ji neteweperestîyên refleksî re kir û bi vê yekê folklor ji naskirin û tesbîtkirina alîyên hevbeş yên navber-çandî bêtir, ket xizmeta cudakirin û dijberkirina çandên gelan. Bêguman nabe ku ev yek di nava sînorên fireh û bihurbar yên fenomena folklorê de bê dîtin û qebûlkirin.

  • Açıklama
    • Demeke dirêj li seranserê cîhanê û di nava Kurdan de jî armanca xebatên folklorê, berhevkirina berhemên folklorê bû. Bêguman ev karekî gelekî bi qîmet bû lê îro ligel karê berhevkarîyê, nîqaşeke girîng, fêmkirina berhemên folklorê û karîgerîya wan ya li ser jîyana civakî û takekesî ye. Ji bo gihîştina vê armancê, gelekî girîng e ku lêkolînerên folklorê xwendineke taybet li ser teorîyên folklorê bikin û hay ji rê û rêbazên lêkolînên zanistî hebin. Bêguman, dema ku em li ser teorîyên folklorê hûr bibin divê em ji bîr nekin ku; ligel hevbeşîyeke berbelav, di folklora her gel û herêmê de hin cudahîyên karakterîstîk jî hene. Lewma divê em bizanin ku tu çarçoveyeke giştî ya teorîk li çanda herêmeke taybet ji sedî sed nikare bê tetbîqkirin. Hingê tesbîtkirina van xalên ku di navbera teorî û çanda spesîfîk de jêknegirîyê pêk tînin; hem xizmeta pêşxistina teorîyê dike û hem jî rê vedike ku naskirineke kûr ber bi wê çanda spesîfîk ve pêk were.

      Naskirina çand û folklorê, bi xwe re naskirina takekes û civakê tîne. Lewre di vê keveneşopê de em, kodên hişmendîya civakî-takekesî, derûnîya civakî-takekesî û sîstema ku civak li serê rûniştiye dibînin. Divê em, wekî folklornasên nûjen bi hesasîyet xetekê di navbera naskirina folklorê û înşakirina folklorê de deynin. Lewre folklorzanên Kurd ne mecbur in ku folklora xwe bi fikreke refleksî ya li hemberî netew, bawerî an jî îdeolojîyên din ava bikin. Hewldanên bi vî rengî ku di sedsalên XIX-XX'an de li seranserê cîhanê berbelav bûn, ji folklorê bêtir xizmet ji neteweperestîyên refleksî re kir û bi vê yekê folklor ji naskirin û tesbîtkirina alîyên hevbeş yên navber-çandî bêtir, ket xizmeta cudakirin û dijberkirina çandên gelan. Bêguman nabe ku ev yek di nava sînorên fireh û bihurbar yên fenomena folklorê de bê dîtin û qebûlkirin.

      Stok Kodu
      :
      9786059295116
      Sayfa Sayısı
      :
      120
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2016
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      38,30   
      114,89   
      6
      20,22   
      121,31   
      9
      14,19   
      127,73   
      12
      11,18   
      134,14   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat