Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
yayincilarkooperatifi.com

Şevek Şîzofren

Liste Fiyatı : 260,00TL
İndirimli Fiyat : 195,00TL
Kazancınız : 65,00TL
Taksitli fiyat : 12 x 20,76TL
9786058152175
842960
Şevek Şîzofren
Şevek Şîzofren
195.00

Payîza dereng. Bi metirsîyeke erjeng, kitana xwe bi ser serê xwe dadike û di ber xwe de diponije hîv. Awirên hîvê yên xwe ji şevê vedidizin, yên ku ji şermê rûyê xwe ji şevê vedişêrin, dikin ku şev li sîya xwe bilikume. Kiras bi ser kirês de li xwe dike û reş dixeniqe hêdî hêdî. Bayê ku bi kelecahdeke şaşwaz, qetqetî û belawela ku nizane ber bi kuderê ve bisûre, bi toz û tirabêlka deştê, şevê distirê. Şewqên li hawirdora hewşê bi hêlanî lê dînokî doş dibin, li ser sîya pelên li ber bê vedilîzin, diqusin. Xuşîna pel û şaxên darên hewşê yên ku payîzê newqa wan tewandibû, bi bê re xwe li binguhê têledirîyên ser dîwêr û derîyê heta ser piştê vekirî, dixist. Ecacokê pûş û qirşikên pirêzeyên şewitî tevî toz û tirabêlkê di derî û pencereyên xanîyê li xewleyê gund re dixist hundir.

Bêhna pirêzeyê û bêhna xanîyê li xewle li hev banîyan. Dengê çîrokên bi pîşo paçînkirî ji dîwaran diçizirî. Kûçikên li hewşa pêş û paşî, ji hîva rûnixumandî tirsnaktir û ji ecacokê hartir, gez dikin bê. Qirşikên şewitî girêkan li girêza wan dixin. Sorika çavên wan reş dixeniqe. Gund kengî keysê lê bîne xwe bi kirasekî ji kewşê, bi binkiraskekî şevê dinixumîne; xwe ji xênî, ji hîv û tavehîvê, ji şevê û çîrokên paçînkirî vedidize. Wekî niha. Niha jî bi kitana hîvê, bi toz û tirabêlka deştê…

  • Açıklama
    • Payîza dereng. Bi metirsîyeke erjeng, kitana xwe bi ser serê xwe dadike û di ber xwe de diponije hîv. Awirên hîvê yên xwe ji şevê vedidizin, yên ku ji şermê rûyê xwe ji şevê vedişêrin, dikin ku şev li sîya xwe bilikume. Kiras bi ser kirês de li xwe dike û reş dixeniqe hêdî hêdî. Bayê ku bi kelecahdeke şaşwaz, qetqetî û belawela ku nizane ber bi kuderê ve bisûre, bi toz û tirabêlka deştê, şevê distirê. Şewqên li hawirdora hewşê bi hêlanî lê dînokî doş dibin, li ser sîya pelên li ber bê vedilîzin, diqusin. Xuşîna pel û şaxên darên hewşê yên ku payîzê newqa wan tewandibû, bi bê re xwe li binguhê têledirîyên ser dîwêr û derîyê heta ser piştê vekirî, dixist. Ecacokê pûş û qirşikên pirêzeyên şewitî tevî toz û tirabêlkê di derî û pencereyên xanîyê li xewleyê gund re dixist hundir.

      Bêhna pirêzeyê û bêhna xanîyê li xewle li hev banîyan. Dengê çîrokên bi pîşo paçînkirî ji dîwaran diçizirî. Kûçikên li hewşa pêş û paşî, ji hîva rûnixumandî tirsnaktir û ji ecacokê hartir, gez dikin bê. Qirşikên şewitî girêkan li girêza wan dixin. Sorika çavên wan reş dixeniqe. Gund kengî keysê lê bîne xwe bi kirasekî ji kewşê, bi binkiraskekî şevê dinixumîne; xwe ji xênî, ji hîv û tavehîvê, ji şevê û çîrokên paçînkirî vedidize. Wekî niha. Niha jî bi kitana hîvê, bi toz û tirabêlka deştê…

      Stok Kodu
      :
      9786058152175
      Sayfa Sayısı
      :
      294
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Nisan, 2018
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      71,12   
      213,37   
      6
      37,55   
      225,28   
      9
      26,36   
      237,22   
      12
      20,76   
      249,11   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat