Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Şev Û Gulıstan

Liste Fiyatı : 76,00TL
İndirimli Fiyat : 53,20TL
Kazancınız : 22,80TL
Taksitli fiyat : 12 x 5,66TL
9789756179345
843011
Şev Û Gulıstan
Şev Û Gulıstan
53.20

Di vê kurteromana xwe de, nivîskar Hesen Silêvanî ji alîyekî de şerekî qirêj bi hemû ciwanîya hunerî û vegotina lihevhatî li ber çavan radixe û ji alîyekî din ve psîkolojîya Kurdên ku leşkerîyê ji 'dijminê' xwe re dikin, bi hevokên kurt û watedar û ew çend nêzî derûnîya rasteqîn a mirovê Kurd bi bîra me dixe.

Di romanê de, Hesenê ku li pêşberî efserê xwe (serbazê leşkerî) bi nîv-Erebîyekê 'tekmîlê' didiyê û dike nake nikare xwe îfade bike, bi dû re hawara xwe digihîne 'tertîbê' xwe Dilşad û jê re dibêje: "Dilşad, de were vî dewarî tê bigihîne" ewqasî dişibe Kurdekî ku leşkerîyê ji Tirkan an Farisan re dike!

Nivîskar, bi zanîn, vê birîna hevbeş dixe tevina romanê û bi awayekî serketî li gel ku bîra her mirovê Kurd ê ku leşkerî ji vî û wî re kiriye bikole; hest û dilînên reva ji 'cehenemê' û çûna 'behiştê', 'behişta berfîn' yanî çîyayên Kurdistanê, çîyayên ku duh jî û îro jî sembola azadîyê ne, bi hêminîyeke siruştî û vegotineke mirovî li ber çavên me radixe.

Berhem her çend wekî berhemeke cure-wêjeyî navê kurteromanê lê hatibe kirin jî, ji bilî beşên di çêja helbestê de, helbesta şeveke çardehperwaz e. Her perwazek bi her vehesandinekê re hilmeke bendemayîna gîyansotîner e.

Em dikarin bibêjin ku ev berhema han derî û sînorên bi xilq û asê yên li ber wêjeya Kurdî dirûxîne, xwîneran bi berhemê re ji sînoran diqevizîne û wan digihîne gîyanên wan ên jibîrbûyî.

  • Açıklama
    • Di vê kurteromana xwe de, nivîskar Hesen Silêvanî ji alîyekî de şerekî qirêj bi hemû ciwanîya hunerî û vegotina lihevhatî li ber çavan radixe û ji alîyekî din ve psîkolojîya Kurdên ku leşkerîyê ji 'dijminê' xwe re dikin, bi hevokên kurt û watedar û ew çend nêzî derûnîya rasteqîn a mirovê Kurd bi bîra me dixe.

      Di romanê de, Hesenê ku li pêşberî efserê xwe (serbazê leşkerî) bi nîv-Erebîyekê 'tekmîlê' didiyê û dike nake nikare xwe îfade bike, bi dû re hawara xwe digihîne 'tertîbê' xwe Dilşad û jê re dibêje: "Dilşad, de were vî dewarî tê bigihîne" ewqasî dişibe Kurdekî ku leşkerîyê ji Tirkan an Farisan re dike!

      Nivîskar, bi zanîn, vê birîna hevbeş dixe tevina romanê û bi awayekî serketî li gel ku bîra her mirovê Kurd ê ku leşkerî ji vî û wî re kiriye bikole; hest û dilînên reva ji 'cehenemê' û çûna 'behiştê', 'behişta berfîn' yanî çîyayên Kurdistanê, çîyayên ku duh jî û îro jî sembola azadîyê ne, bi hêminîyeke siruştî û vegotineke mirovî li ber çavên me radixe.

      Berhem her çend wekî berhemeke cure-wêjeyî navê kurteromanê lê hatibe kirin jî, ji bilî beşên di çêja helbestê de, helbesta şeveke çardehperwaz e. Her perwazek bi her vehesandinekê re hilmeke bendemayîna gîyansotîner e.

      Em dikarin bibêjin ku ev berhema han derî û sînorên bi xilq û asê yên li ber wêjeya Kurdî dirûxîne, xwîneran bi berhemê re ji sînoran diqevizîne û wan digihîne gîyanên wan ên jibîrbûyî.

      Stok Kodu
      :
      9789756179345
      Boyut
      :
      80
      Sayfa Sayısı
      :
      80
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Mayıs, 2007
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      19,40   
      58,21   
      6
      10,24   
      61,46   
      9
      7,19   
      64,72   
      12
      5,66   
      67,96   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat