Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Gundê Mêrxasan

Liste Fiyatı : 150,00TL
İndirimli Fiyat : 105,00TL
Kazancınız : 45,00TL
Taksitli fiyat : 12 x 11,18TL
9786054497423
843010
Gundê Mêrxasan
Gundê Mêrxasan
105.00

Zimanzan û nivîskarê Kurd, Dr. Çerkezê Reş, bi şêweyekî sercemî, bi kurtî û xurtî li qelemê daye: "Di salên 50'yî de, diyarbûna romana Kurdî ya Sovyetiyê li ser riya "leqandin-girtin"a wê janrê bû cure-nîşaneke xwehazirkirina tarîxiyê-psîkolojiyê. Bi taybetî Ereb Şamîlov û Eliyê Evdilrehman wiha gotî "turuş kirin" xwe li "şovkirin"a menzîla romanê bigirin. Helbet, pirseke mayîn e, çi ka wan di qewlên tunebûna cêribandina tradîsyonê de çawa "şov kirin", xwendevan çito "ekin"ên ruh û hiş-sewda standin. Ya sereke li vir peydabûna îsbatiya tarîxiyê-lîteratûriyê ye. Fikirîna Kurdên Sovyetiyê ya epîkiyê-gilîkirinê bi wan gavên afirandariyê xwe li morfolojiya romanê, li heyetiya nivîsa "bêhnfireh" digirt…"

Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004'an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012'an de, romana pêşîn a nivîskar Eliyê Evdilrehman, Gundê Mêrxasan, bi tîpguheziya ji tîpên Kirîlî bo tîpên Latinî ya Mîdiya Têmûr, Dîdara Têmûr û Têmûrê Xelîl, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa Nemir weşand.

Gundê Mêrxasan, berhema Eliyê Evdilrehman a pexşan a sêyemîn, a ku cara pêşîn di sala 1968'an de li ser destê Neşîreta Hayastanê li Yêrêwana paytextê Ermenistanê hatiye çapkirin, piştî çil û pênc salan, bo cara duduyan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Amedê, bi edîsyoneke birêkûpêk hate weşandin.

Eliyê Evdilrehmanê nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29'ê Berfanbara sala 1920'î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji "zilma Dîwana Romê" reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.

Eliyê Evdilrehman, salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî eniyên şer bû û li hemberî hêzên dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir.

Sala 1955'an, dema ku li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Eliyê Evdilrehman jî beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Eliyê Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir. Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi Kurdî de derçûn.

Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957'an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959'an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968'an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989'an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên , Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne.

Eliyê Evdilrehman, di 21'ê Rêbendana 1994'an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.

Li gel nivîskarê Hewarîyê, Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navê Şivanê Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, Eliyê Evdilrehman, bi romana xwe ya duyemîn a bi navê Gundê Mêrxasan ve (Yêrêwan, 1968), piştî berhema xwe ya bi navê Xatê Xanim (Yêrêwan, 1959), bi riya 'gilîkirin'a serpêhatiya êla Kurdan a bi navê Çoloyan, bê ka bi çi awayî çûne bajarê Xoyê yê li rojhilatê Kurdistanê, li devereke li binetara çiyayan bi cî û war bûne, di şexsê Riza Efendiyê zordest de hêzên herêmê çawa zor li wan kirine û bi hevkariya Şahê Îranê çawa êrîşî êla giran kirine, Kurdên vê êlê bê çawa bi pêşengiya serekê êlê, Çoloyê Têmûr, şerê wan hemûyan kirine û bo demekê be jî, pişta wan anîne erdê, bê paşê çawa Çemê Erez derbas kirine û çûne li devereke Nexçivana li pêşberî Îdirê bi cî û war bûne û di salên 1930'yî de çawa tevî pergala Yekîtiya Sovyetan bûne, di dorana erdnîgariyeke ne ew çend fireh de, beşeke biçûk ji sercema serpêhatiya neteweya Kurd, bi Kurdiyeke fambar li qelemê dide.

Gundê Mêrxasan, romana romannûs, çîroknûs, helbestkar û wergêr Eliyê Evdilrehman, ji nava qulçên kelepora me yên tarî de bi pêş de tê. Nivîskarê berhemên bi navê Morof, Xatê Xanim û Şer Di Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi vê romana xwe, piştî çil û pênc salan, bi gavine fireh raçandî ber bi me û dema me ve tê.

  • Açıklama
    • Zimanzan û nivîskarê Kurd, Dr. Çerkezê Reş, bi şêweyekî sercemî, bi kurtî û xurtî li qelemê daye: "Di salên 50'yî de, diyarbûna romana Kurdî ya Sovyetiyê li ser riya "leqandin-girtin"a wê janrê bû cure-nîşaneke xwehazirkirina tarîxiyê-psîkolojiyê. Bi taybetî Ereb Şamîlov û Eliyê Evdilrehman wiha gotî "turuş kirin" xwe li "şovkirin"a menzîla romanê bigirin. Helbet, pirseke mayîn e, çi ka wan di qewlên tunebûna cêribandina tradîsyonê de çawa "şov kirin", xwendevan çito "ekin"ên ruh û hiş-sewda standin. Ya sereke li vir peydabûna îsbatiya tarîxiyê-lîteratûriyê ye. Fikirîna Kurdên Sovyetiyê ya epîkiyê-gilîkirinê bi wan gavên afirandariyê xwe li morfolojiya romanê, li heyetiya nivîsa "bêhnfireh" digirt…"

      Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004'an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012'an de, romana pêşîn a nivîskar Eliyê Evdilrehman, Gundê Mêrxasan, bi tîpguheziya ji tîpên Kirîlî bo tîpên Latinî ya Mîdiya Têmûr, Dîdara Têmûr û Têmûrê Xelîl, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa Nemir weşand.

      Gundê Mêrxasan, berhema Eliyê Evdilrehman a pexşan a sêyemîn, a ku cara pêşîn di sala 1968'an de li ser destê Neşîreta Hayastanê li Yêrêwana paytextê Ermenistanê hatiye çapkirin, piştî çil û pênc salan, bo cara duduyan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Amedê, bi edîsyoneke birêkûpêk hate weşandin.

      Eliyê Evdilrehmanê nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29'ê Berfanbara sala 1920'î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji "zilma Dîwana Romê" reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.

      Eliyê Evdilrehman, salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî eniyên şer bû û li hemberî hêzên dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir.

      Sala 1955'an, dema ku li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Eliyê Evdilrehman jî beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Eliyê Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir. Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi Kurdî de derçûn.

      Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957'an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959'an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968'an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989'an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên , Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne.

      Eliyê Evdilrehman, di 21'ê Rêbendana 1994'an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.

      Li gel nivîskarê Hewarîyê, Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navê Şivanê Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, Eliyê Evdilrehman, bi romana xwe ya duyemîn a bi navê Gundê Mêrxasan ve (Yêrêwan, 1968), piştî berhema xwe ya bi navê Xatê Xanim (Yêrêwan, 1959), bi riya 'gilîkirin'a serpêhatiya êla Kurdan a bi navê Çoloyan, bê ka bi çi awayî çûne bajarê Xoyê yê li rojhilatê Kurdistanê, li devereke li binetara çiyayan bi cî û war bûne, di şexsê Riza Efendiyê zordest de hêzên herêmê çawa zor li wan kirine û bi hevkariya Şahê Îranê çawa êrîşî êla giran kirine, Kurdên vê êlê bê çawa bi pêşengiya serekê êlê, Çoloyê Têmûr, şerê wan hemûyan kirine û bo demekê be jî, pişta wan anîne erdê, bê paşê çawa Çemê Erez derbas kirine û çûne li devereke Nexçivana li pêşberî Îdirê bi cî û war bûne û di salên 1930'yî de çawa tevî pergala Yekîtiya Sovyetan bûne, di dorana erdnîgariyeke ne ew çend fireh de, beşeke biçûk ji sercema serpêhatiya neteweya Kurd, bi Kurdiyeke fambar li qelemê dide.

      Gundê Mêrxasan, romana romannûs, çîroknûs, helbestkar û wergêr Eliyê Evdilrehman, ji nava qulçên kelepora me yên tarî de bi pêş de tê. Nivîskarê berhemên bi navê Morof, Xatê Xanim û Şer Di Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi vê romana xwe, piştî çil û pênc salan, bi gavine fireh raçandî ber bi me û dema me ve tê.

      Stok Kodu
      :
      9786054497423
      Sayfa Sayısı
      :
      208
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Mayıs, 2012
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      38,30   
      114,89   
      6
      20,22   
      121,31   
      9
      14,19   
      127,73   
      12
      11,18   
      134,14   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat