Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%25
yayincilarkooperatifi.com

El-Kamil Fî T-Tarîx - IIKurd Di Tarîxa Ibn El-Esir De

Liste Fiyatı : 320,00TL
İndirimli Fiyat : 240,00TL
Kazancınız : 80,00TL
9786052246054
842332
El-Kamil Fî  T-Tarîx - II
El-Kamil Fî T-Tarîx - II Kurd Di Tarîxa Ibn El-Esir De
240.00

Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fî t-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîx û seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.

“El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h. 555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.

Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerî li ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257) caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi nav dike.

Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan de gava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar, xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.

Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye, bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me, îro di nava tarîxê, tarîx jî di nava îro de veşartiye. Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cih girtine.

  • Açıklama
    • Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fî t-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîx û seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.

      “El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h. 555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.

      Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerî li ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257) caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi nav dike.

      Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan de gava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar, xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.

      Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye, bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me, îro di nava tarîxê, tarîx jî di nava îro de veşartiye. Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cih girtine.

      Stok Kodu
      :
      9786052246054
      Boyut
      :
      13.5 x 21.5 cm
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2018
      Çeviren
      :
      Emin Narozî
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      87,54   
      262,61   
      6
      46,21   
      277,27   
      9
      32,44   
      291,96   
      12
      25,55   
      306,60   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat